Dadgeha Federalî skalaya hilweşandina du wezaretên Hikûmeta Herêma Kurdistanê red dike

Dadgeha Federalî ya ÎRaqê
Dadgeha Federalî ya ÎRaqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Dadgeha Federalî ya Îraqê skalaya hilweşandina du wezaretên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Birêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Herêma Kurdistanê red dike, herwesa skalaya li ser qanûnên rewşa kesî, lêborîna giştî û vegerandina milkan ji bo xwediyên wan red dike.

Dadgeha Federalî ya Îraqê îro (Sêşem, 11.02.2025) ew skala red kir a ku, daxwaza hilweşandina Wezareta Ewqafê û Karûbarên Olî û Wezareta Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan û Birêveberiya Giştî ya Trafîkê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiribû.

Dadgeha Federalî ya Îraqê herwesa skalaya li ser qanûnên rewşa kesî, lêborîna giştî û vegerandina milkan ji bo xwediyên wan xasma li sinorên Kerkûkê red kir.