Hoşyar Zêbarî: Biryara mamostayên Silêmaniyê ya bidawîanîna grevê durist û berpirsyarane ye

Hoşyar Zêbarî
Hoşyar Zêbarî

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekî Desteya Kargêrî ya PDKê dibêje ku, biryara mamostayên Silêmaniyê ya bidawîanîna greva wan durist û berpirsyarane ye û peyama wan gehiştiye hemî aliyan.

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdstanê Hoşyar Zêbarî îro (Sêşem, 11.02.2025) li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê nivîsiye, “Îro mamostayên Silêmaniyê biryar da ku greva xwe bidawî bînin, ku ev jî biryareke durist û berpirsyarane ye û herwesa diselimîne ku peyama wan gehiştiye.”

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdstanê amaje jî da, “Ev biryara îro ya mamostayên Silêmaniyê bizavên hin ji nûnerên popolîst hildiweşîne, ku armanca wan têkdana ewelhî û seqamgiriya Herêma Kurdistanê ye.”

Piştî 15 rojên grevê, îro mamostayên Silêmaniyê greva xwe ya birçîbûnê bidawî anî.