PWK Cezaya ku li Abdullah Zeydan hatiye birîn şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) cezaya ku li Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan hatiye birîn şermezar kir û got: “Ev ceza, encama sîyaset û hişmendîya tune hesibandin û binpê kirina azadîya ramanî û rêxistinî ye.”

Buroya Ragehandinê ya PWKê di daxuyaniyekê de ragihand, “Dadgeha 5emîn a Cezayên Giran a Amedê, bi hinceta `alîkarîya rêxistinê’ kirîye, 3 sal û 9 meh ceza da Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan.”

Amaje bi wê jî kir, “Doza ‘alîkariya rêxistinê’ bi hinceta ku sala 2015ê li navçeya Geverê ya Colemêrgê beşdarî çalakîya ‘mertalê zindî’ bûye û ketiye ‘erêma qedexe’ hatibû vekirin.”

PWKê tekez kir, “Ev ceza, encama sîyaset û hişmendîya tune hesibandin û binpê kirina azadîya ramanî û rêxistinî ye. Em vê biryarê şermezar dikin.”

Herwiha got: “Dewleta Tirkîyeyê divê dest ji êrîş û kiryarên xwe yên bi vî rengî berde.”