Berf û Sermayê proseya perwerdeyê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê rawestand

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber pêla berfê ku Rojhilatê Kurdistanê û Îranê girtiye, ji 31 ​​parêzgehan, tenê li 7 parêzgehan, proseya xwendinê asayî ye.

Li gorî medyaya Îranê, li 24 parêzgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku di nava wan de Kirmanşan, Sine û Urmiyê hene, berf û sermayê karê dezgehên hikûmetê asteng kiriye.

Wezareta Perwerdehiyê ya Komara Îslamî ya Îranê ragihand, dibistanên ku ji ber sermayê hatine girtin, divê çalakiyên perwerdehiyê yên ser înternetê bi cih bînin.

Navenda Nîştimanî ya Pêşbînîkirin û Birêvebirina Krîzan a Îranê derbarê pêleke din a berf û baranê li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê hişyarî da û got, ji îro çarşemê û pê ve pêleke berf û baranê dê Rojhilatê Kurdistanê, bakur û navenda Îranê bibare.