Mesrûr Barzanî: Em di warê veberhênanê de sûdê ji ezmûna Îmaratê werdigirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di duyemîn roja beşdarbûna di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan a li Dubayê de, ligel Wezîrê Veberhênana Îmaratê Mihemed Hesen Suweydî civiya.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî jî tê de amade bû, tekezî li ser pêşxistina peywendiyên dualî di warê veberhênanê de û sûdwergirtina ji ezmûna pêşketî û dewlemend a Îmaratê di vî warî de hat kirin.

Her îro pêştir jî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 12ê Sibatê li Dubayê bi Serokê Îmarata Erebî Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan re civiyabû.

Di wê civînê de, her du alî li ser pêwîstiya bihêzkirina hevkarî û hevahengiya dualî û zêdetir pêşxistina peywendiyên dostane di navbera Herêma Kurdistanê û Îmarat di warên curbicur de hevnêrîn bûn.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubayê de, hevdîtin bi hejmarek ji serkirde û berpirsên cîhanê re dike.