Mesrûr Barzanî û Mehmet Şîmşek hinardekirin petrola Kurdistanê guftûgo dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Darayî yê Tirkiyê Mehemt Şîmşek tekezî li ser wê yekê kirin ku pêwîst e di zûtirîn dem de hinardekirina petrola Kurdistanê were destpêkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 12ê Sibatê di çarçoveya Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubayê de, bi Wezîrê Darayî yê Tirkiyeyê Mehemt Şîmşek re civiya.

Di hevdîtinê de, behsa pêşxistina têkeliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de, bi taybetî di warê bazirganî, aborî û veberhênanê de hate kirin.

Di beşeke din a hevdîtinê, her du alî behsa hewlên çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de û tedbîrên ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê di zûtirîn dem de kirin.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de her wiha behsa giringiya cîbicîkirina projeya Rêya Geşepêdanê û girêdana welatên kendavê, Iraq û Herêma Kurdistanê bi rêya hesin bi Tirkiyeyê û welatên Ewropayê re, hat kirin û her du alî li ser li ser pêwîstiya beşdariya çalak a Herêma Kurdistanê di vê projeya giring de hevnêrîn bûn.”