PWKê li Batmanê ji bo hibijartina dersên Kurdî belavok belav kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêvebir û endamên Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) li Batmanê, li kolan û qadan broşurên ji bo hilbijartina dersa bijarte ya kurdî (kurmancî, kirmanckî/zazakî) belav kirin.
Li gorî daxuyaniyeke Buroya Ragehandinê ya PWKê, rêvebir û endamên Şaxa Batmanê ya PWKê î ro 12.02.2025an demjimêr 13.00an li Batmanê, li kolan û qadan broşurên ji bo hilbijartina dersa bijarte ya kurdî (kurmancî, kirmanckî/zazakî) belav kirin.
Rêvebir û endamên PWKyê bi broşurên kurmancî, zazakî û tirkî, li kolanan bangî malbatên kurdan kirin da ku zarokên xwe heta roja 17ê sibata 2025ê li dersa bijarte ya kurdî qeyd bikin.
Herweha di wan broşuran de daxwaz kirin ku divê Dewleta Tirkîyeyê perwerdeya bi zimanê kurdî û fermîbûna zimanê kurdî qebûl bike.
Rêvebirên PWKê bi êlegên ku logoya PWKê û nivîsên ‘Zimanê Me Hebûna Me Ye’, ’Zimanê Me Rûmeta Me Ye’ li ser wê nivîsandîbû ev çalakiya xwe kirin.
Rêvebir û endamên Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) duh 11.02..2025an jî li Diyarbekirê, li kolan û qadan broşurên ji bo hilbijartina dersa bijarte ya kurdî (kurmancî, kirmanckî/zazakî) belav kiribûn.