Hewramî daxwazê dike Kongirêsa Amerîkayê zêdetir piştevaniya Pêşmergeyan bike

Hêmin Hewramî û Abe Hamadeh
Hêmin Hewramî û Abe Hamadeh

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Cîgirê Serokê Perlemana Kurdistanê yê berê serdana Kongirêsa Amerîkayê dike û bi Kongirêsman Abe Hamadeh re dicive.

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Cîgirê Serokê Perlemana Kurdistanê yê berê Hêmin Hewramî îro (Çarşem, 12.02.2025) serdana Kongirêsa Amerîkayê kir û bi Kongirêsman Abe Hamadeh re civiya.

Hêmin Hewramî di postekê tora civakî ya Xê de amaje da ku, di hevdîtina xwe de danûstandin li ser dawî guhertinên nav Herêma Kurdistanê û peywendiyên bi Bexdayê re û rewşa deverê kirine û zelalkirinên pêdivî di wî warî de kirine.

Li dû wî postî, Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) daxwaz ji wî kongirêsmanî kiriye ku, “Wekî Kongirêsa Amerîkayê ji bo lidûçûna karên îdareya nû ya Amerîkayê ji bo zêdetir piştevanî û piştgiriya hêzên Pêşmergeyan û zêdetir weberhênana kompaniyên Amerîkayî li Herêma Kurdistanê alîkar bin.”

Pareke din a wê hevdîtinê girêdayî peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê bû. Wî Endamê Mekteba Siyasî ya PDKê eşkere jî kir, “Di wê civînê de, giringiya baştirkirina wan peywendiyan ji bo seqamgiriya deverê û berjewendiyên hevpar di rûbirûbûna terorê û çavkanî û sedemên neseqamgiriyê de hatin berçavkirin.”