Mesrûr Barzanî bi Seroka Desteya Huner û Rewşenbîrî ya Dubey re dicive

Mesrûr Barzanî û Şêx Letîfa Mihemed Bin Raşid Al Mektûm
Mesrûr Barzanî û Şêx Letîfa Mihemed Bin Raşid Al Mektûm

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Seroka Desteya Huner û Rewşenbîrî ya Dubey re dicive û pê re danûstandinan li ser bihêzkirina peywendî û hevahengiyên dualî dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 12.02.2025) li Dubey bi Seroka Desteya Huner û Rewşenbîrî ya Dubey Şêx Letîfa Mihemed Bin Raşid Al Mektûm re civiya.

Li dû ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê hevdîtinê de danûstandin li ser bihêzkirina peywendî û hevahengiyên dualî di warên hunerî û çandî de hatin kirin.

Di pareke din a wê civînê de, “Danûstandin li ser pêkvejiyana aştiyane ya Herêma Kurdistanê û berdewamkirina nirxên aştî û tebahiya navbera gelan hatin kirin.”

 

Her îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li bajarê Dubey bi Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayîd Al Nehiyan re civiya. Her di çarçoveya wê lûtkeyê de, heta niha hejmareke hevdîtin û civînên din bi hejmareke serok û serkirde û berpirsên bilind ên cîhanê re kirin.

Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan duhî (Sêşem, 11.02.2025) li bajarê Dubey hat destpêkirin û karên wê heta sibe (Pêncşem, 13.02.2025) berdewam dibin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêr (Duşem, 10.02.2025) bi hevaltiya şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê gehişt Îmaratê, ji bo ku tevlî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan bibe, ku li Dubey tê lidarxistin.

Ew şanda ku hevaltiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ji van kesan pêk tê:

1.    Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî

2.    Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sasan Ewnî

3.    Serokê Dîwana Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê Umêd Sebah

4.    Sikirtêrê Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm