Yadaşteke hevfêmkirinê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Îmaratê de hat îmzakirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Yadaşteke hevfêmkirinê ji bo lihevguhertina şarezahiyê di warê pêşxistin û nûkirina hikûmetdariyê de di navbera Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezîrê Karûbarên Civata Wezîrên Îmarayê de hat îmzakirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 12.02.2025) li Dubey, bi Wezîrê Karûbarên Civata Wezîrên Îmaratê Mihemed Qerqawî re, yadaşteke hevfêmkirinê ji bo lihevguhertina şarezahiyê di warên pêşxistin û nûkirina hikûmetdariyê de îmza kir.
Ew yadaştname alîkariyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Îmaratê zêdetir dike. Li dû vê yadaştnameyê, Îmarat alîkariyan di pêşxistina karûbarên hikûmetê û çavkaniyên mirovî de pêşkêşî Herêma Kurdistanê dike, herwesa ezmûnên xwe li ser bernameya dîjîtalkirinê ya serkeftî ya vê dawiyê ya Îmaratê vediguhêzin.
I'm pleased to announce that today at #WGS25 with H.E. @MAlGergawi, we renewed the MoU between the Kurdistan Region and the UAE for another 5 years, to apply their expertise in reform and public sector and human resource development. pic.twitter.com/ey12gzPiz6
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) February 12, 2025
Herwesa Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Karûbarên Kabîneya Îmaratê li roja 29ê Adara 2022ê jî yadaşteke hevfêmkirinê li ser desthilatdarî û lihevguhertina zanyaran îmza kiribû.


