Hêmin Hewramî: Kongirêsman Scott gelek rêz ji bo rolê Pêşmergeyan hebû

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekî Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dibêje, “Min daxwaz ji kongirêsman Scott Perry kir, di zêdetir hevahengî û piştevaniya îdareya nû ya Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê de alîkar û piştevan be.”
Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî îro (Çarşem, 12.02.2025) li Waşintonê bi endamê Kongirêsa Amrîkayê Scott Perry re civiya.
Hêmin Hewramî ragehand, “Di wê civînê de, zêdebarî pîrozkirina serkeftina wî, me kurtiyek li ser rewşa siyasî û aborî û serbazî ya Herêma Kurdistanê û rewşa Îraq û deverê jî ji bo kongirêsman Scott behs kir.”
Navbirî amaje jî da, “Herwesa me daxwaz ji kongirêsman Scott kir ku di zêdetir hevahengî û piştevaniya îdareya nû ya Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê de alîkar û piştevan be, xasma jî di dema danana budceya bergiriyê ya Amerîkayê de û piştrastbûna ji berdewamiya alîkariyên serbazî ji bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê.”
Wî Endamê Mekteba Siyasî ya PDKê herwesa got, “Kongirêsman Scott Perry gelek rêz û hurmet ji bo Herêma Kurdistanê û rolê Pêşmergeyan hebû.”