Li Çewlik û Elezîzê ji ber berf û qeşayê rojekê dibistan hatin rawestandin

Diyarbekir (K24) - Hat ragihandin ku, li Çewlik û Elezîzê ji ber barîna berfê û qeşayê rojekê dibistan hatin rawestandin.
Di daxuyanîya ku ji alîyê parêzgerîyên Çewlik û Elezîzê ve hatîn parvekirin de, hat ragihandin ku li gorî pêşbîniyên Midûriyeta keşûhewayê ya 13emîn a heremê, 13ê Sibatê roja Pêncşemê ji saetên serê sibê ve li tevahiya bajêr berfeke zêde dihat payîn ku bibare û ji ber vê yekê perwerde ji bo rojekê hat sekinandin û wiha hat gotin:
“13ê Sibatê roja Pêncşemê li hemû dibistanên fermî û taybet û saziyên perwerdeyê yên taybet ên navenda Çewlikê, Elezîzê û navçeyan, perwerde û hîndekarî ji bo rojekê hatin rawestandin. Xebatkarên astengdar û ducanî yên ku di sektora cemaweriyê de dixebitin jî wê di heman rojê de ji bo betlaneya îdarî bên nirxandin.”