Wezîrê Enerjî û Jêrxaneya Îmaratê amadehiya welatê xwe bo hevkariya Kurdistanê nîşan da

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî li bajarê Dubayê bi Wezîrê Enerjî û Jêrxaneya Îmarata Erebî Suhêl El-Mezrûyî re civiya û li ser pêşxistina jêrxaneya aborî gotûbêj kirin. Wezîrê Enerjiyê yê Îmarat jî, amadehiya welatê xwe ji bo alîkariya Herêma Kurdistanê nîşan da.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 13ê Sibatê di çarçoveya Beşdariya di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de, bi Wezîrê Enerjî û Jêrxaneyê yê Îmarata Erebî Suhêl El-Mezrûyî re civiya û derbarê pêşxistina jêrxaneya aborî de gotûbêj kirin.
Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî tê de amade bû, pêşxistina hevkarî û hevahengiya di navbera her du aliyan de di warê enerjî û pêşxistina jêrxaneya aborî de hatin gotûbêjkirin.
Serokwezîr ji şanda mêvan re behsa çaksaziyên hikûmetê yên di warê enerjiyê, pêşkeftinên sektora elektrîkê û xizmetguzariyên giştî û hewlên hikûmetê yên ji bo dabînkirina elektirîka 24 demjimêran li Herêma Kurdistanê di dawiya sala 2026an de kir.
Ji aliyê xwe ve Wezîrê Enerjî û Jêrxaneya Îmarata Erebî Suhêl El-Mezrûyî amadehiya welatê xwe bo alîkariya Herêma Kurdistanê ji bo sûdwergirtina ji şarezayiya Îmaratê di warê enerjî, enerjiya nûjen û elektrîkê de, nîşan da.