PWK bang li malbat û xwendekaran dike waneya bijare ya zimanê kurdî hilbijêrin

Navenda Nûçeyan (K24) – Çalakî û bangewaziyên bo Waneya Bijare ya Zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê berdewam in, di vê çarçoveyê de partiyên siyasî jî bang li malbat û xwendekaran dikin ku waneya bijare ya zimanê kurdî hilbijêrin. Siyasetmedarên kurd balê dikêşin ku li Bakurê Kurdistanê bişaftin her ku diçe kurtir dibe û Waneya Bijare Ya Zimanê kurdî dike hember bişaftinê bibe bergiriyek.

Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) li Diyarbekirê bo balkêşana ser Waneya Bijare Ya Zimanê Kurdî çalakiyek li dar xist. Siyasetmedarên PWK meşek li dar xistin û di dema meşê de jî belavokên destan li welatiyan belav kirin û bangewazî li welatiyan hat kirin ku ji bo zarokên xwe yên diçin polên 5.6.7. û 8ê Waneya Bijare Ya Zimanê Kurdî hilbijêrin. Rêveberên PWKê heta Qada Şêx Seîd meşiyan û amaje kirin ku Waneya Bijare Ya Zimanê kurdî bo pêşîlêgirtina bişaftinê derfetek girîng e û divê kurd jî vê derfetê baş bi kar bînin.

Cîgirê Serokê PWKê Cano Amedî ji K24ê re got: “Ji bo ku malbat û zarok Waneya Bijare Ya Zimanê Kurdî hilbijjêrin em vê çalakiyê li dar dixin divê hemu malbat li ziman xwedî derbikevin, zimanê me hebuna me ye, divê em lê xwedî derbikevin.”

Partiya Doza Azad HudaPar jî bo Waneya Bijare Ya Zimanê Kurdî meşan li dar dixe û sempozyum û civînan pêk tîne da ku hişmendiya xwedîlêderketina zimanê kurdî belav bibe. Rêveberên HudaParê amaje dikin peywira hemu malbatan e ku li zimanê xwe xwedî derbikevin.

Endamê Lijneya Şêwrê yê Giştî yê HUDAPARê Abdulsamet Yalçin dibêje: “Waneya Bijare ya Zimanê Kurdî bo me girîng e, ev mijareke neteweyî ye û em bang dikin ku bila kurd xwedî li zimanê xwe derbikevin.”

Bo waneya bijare ya zimanê kurdî 17 sibatê roja dawî ye, rêxistin sazî û partiyên siyasî bang dikin ku malbat û xwendekar vê waneyê hilbijêrin, ji ber ku derfetejk biçuk be jî dema hijmareke zêde were hilbijartin dikare rê li ber destkeftiyên mezin tir bide vekirin.”