Birêveberê Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan: Mesrûr Barzanî tevlîbûneke çalak di lûtkeyê de hebû

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Giştî yê Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan radigehîne, “Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tevlîbûneke çalak hebû, bi gelek serkirde û sermayedaran re civiyan.”
Birêveberê Giştî yê Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubey Mihemed Şerhan ji şandiyê K24ê ji bo Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubey Emar Necmedîn re ragehand, “Em bi tevlîbûna şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî şerefmend bûn.”
Birêveberê Giştî yê Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubey amaje jî da, “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tevlîbûneke çalak di wê lûtkeyê de hebû, bi gelek serkirde û sermayedar û xwediyên kompaniyan re civiya.”
Mihemed Şerhan herwesa got, “Îsal tevlîbûneke berfireh a hikûmetan hebû, zêdetirî 30 serkirde û 400 wezîran tevlî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan bûn.” Eşkere jî kir, “Danûstandin li ser hejmareke mijaran hatin kirin ku peywendî bi paşeroja hikûmetan ve hebû, wekî bazirganiya cîhanî û jîriya bidestçêkirî û çend mijarên din.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li roja Duşemê (10.02.2025) bi hevaltiya şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê gehişt Îmaratê, ji bo ku tevlî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan bibe, ku li Dubey tê lidarxistin.
Ew şanda ku hevaltiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ji van kesan pêk tê:
1. Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî
2. Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sasan Ewnî
3. Serokê Dîwana Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê Umêd Sebah
4. Sikirtêrê Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm