Li Diyarbekirê konferansek ji bo salvegera destpêka serhildana 1925ê hat lidarxistin

Diyarbekir (K24) - Ji aliyê Kovara Dengê û Çarpel Medya Tv ve, li Diyarbekirê bi tevlîbûna nivîskar, siyasetmedar û dîroknasan di derheqa Salvegera Destpêka Serhildana Şêx Seîd de konferansek hat lidarxistin. Axaftinkerên konferansê amaje kirin ku serhildana 1925ê serhildanek kurdan a neteweyî bû û banga pêkanîna yekîtiya neteweyî hat kirin.

Li Diyarbekirê ji aliyê Kovara Deng û Çarpel Medya Tv ve li hola Jura Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekirê bi tevlîbûna Nivîskar Seîd Veroj, Serokê Komeleya Şêx Seîd Qasim Firad, Nivîskar Tehsîn Sever û Cîgirê Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê Cano Amedî konferansek di derheqa Salvegera Destpêka Serhildana Şêx Seîd de hat lidarxistin.

Serokê Komeleya Şêx Seîd Qasim Firad di axaftina xwe de amaje kir ku, serhildana 1925ê serhildanek neteweyî bû û li gorî ola îslamê jî qurana pîroz dibêje, li ziman û neteweya xwe xwedî derbikevin, ku tişta Şêx Seîd kirî jî ev e.

Nivîskar Seîd Veroj jî bal kêşand ku Serhildan ji nişka ve çê nebûye û bingehek wê ya rêxistinkirî heye ku, Rêxistina Azadî û Cemiyeta Tealiya Kurdistanê mînakên xurt in.

Nivîskar Tehsîn Sever jî bi belge û lêkolînan destnîşan kir ku, Xalid Begê Cibrî, Şêx Seîd Efendî û Yusuf Ziya Beg pêşengên girîng û neteweyî ne û ji bo doza Kurdistanê jiyana xwe feda kirine.

Cîgirê Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê Cano Amedî jî di axaftina xwe de bang li hêz û rêxistinên kurdan kir ku, ji bo yekîtiya neteweyî xizmetê bikin.

Cano Amedî anî zimên ku giyanên Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Seyît Riza, Qazî Muhemmed, Seîdê Kurdî û Mele Mistefa Barzaniyê Nemir îro bang li kurdan dikin ku Xwedî li Herêma Kurdistanê derbikevin, li Rojava bo statuya kurdan bixebitin, li Bakur bo pêkanîna yekîtiyeke neteweyî ya stratejîk a xurt pêk bînin û alîkariya hêz û rêxistinên Rojhilat bikin.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment