Qeyûm li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat danîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê ve hat dûrxistin û li şûna wî qeyûm danî ser şaredariyê.
Peyamnêrê K24ê li Diyarbekirê da zanîn, Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan ji kar dûrxist û li şûna wî waliyê bajêr Ozan Balci wek qeyûm danî ser şaredariyê.
Da zanîn jî, li ser vê yekê hêzên ewlekariyê avêtin ser avahiya şaredariyê û gelek kes hatin binçavkirin ku Hevşaredariyê Diyarbekirê Dogan Hatûn di nava de hebû.
Peyamnêrê K24ê diyar kir jî, Hevşaredariyê Diyarbekirê Dogan Hatûn piştî demeke kurt hat berdan.
Ev yek piştî wê tê, Dadgeha 5emîn a Cezayên Giran a Diyarbekirê roja 11ê Sibarê bi hinceta ku wî `alîkarîya rêxistinê’ kiriye, cezaya 3 sal û 9 mehan li Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan birîbû.
Di yekemîn berteka xwe ya fermî ya li hember vê biryarê de, DEM Partiyê got, “Tayinkirina qeyûm li ser şaredariya Wanê, darbeyek li vîna gel e û ew vê bêhiqûqiyê qebûl nakin.”
Abdullah Zeydan di hilbijartinên 31’ê Adarê de zêdetirî sedî 50 deng wergirtibû û bûbû şaredarê Wanê. Lê bi hinceta ku mafê wî yê beşdarbûna hilbijartinê nîne, pesendname nehatibû dayîn. Piştî xwepêşandanên mezin, komisyona Bilind postê serokatiya şaredarîyê radestî Abdullah Zeydan kiribû.