Muqdeta Sedir: Destên siyasî li pişt belavbûna madeyên hişbir hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Muqteda Sedir ragihand, destên siyasî li pişt belavbûna madeyên hişbir in û hejmarek kesên li hundir û derveyî hikûmetê jê sûdê werdigirin.
Rêberê Tevgera Sedirê, Muqteda Sedir ragihand, “Pirsgirêka bazirganiya madeyên hişbir û belavbûna wê li Iraqê, ji ber sûdmendên di nav hikûmetê û derveyî hikûmetê de ye, ev jî nîşan dide ku destên siyasî li pişt wê hene.”
Muqteda Sedir got: “Pirsgirêk ew e ku bikarhênerên madeyên hişbir li hundir û derveyî hikûmetê hene. Ji ber vê yekê bazirganiya wê tê kirin, mixabin ji bilî sedemên aborî, dibe ku destên siyasî jî li pişt wê hebin.”
Da zanîn jî: “Li gorî Wezareta Navxwe ya Iraqê, di navbera 2022 û 2022’an de nêzî 40 hezar kes bi tometa bikaranîna madeyên hişbir û bazirganiya wê hat girtin. Bazirganiya Krîstal jî herî zêde hatiye kirin.”
Li gor heman amaran sala borî jî, 662 torên bazirganiya madeyên hişbir li Iraqê hatine hilweşandin û 148 tometbar jî bi darvekirinê hatine cezakirin.