Mezintirîn pirojeya geştyariyê li Akrê tê bicihanîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Mezintirîn pirojeya geştyariyê bi gojimê 150 milyon dolaran li qezaya Akrê tê bicihanîn.
Ji aliyê kompaniyeke kertê taybet û navxweyî ve, bi gojimê 150 milyon dolaran û bi sê qonaxan, mezintirîn pirojeya geştyariyê li ser astê Herêma Kurdistanê û Îraqê li ser rûberê 446 donemên erdî li navenda qezaya Akrê tê bicihanîn.
Birêveberê Geştyariyê yê Akrê Emîn Selîm ji K24ê re ragehand, “Temambûna vê pirojeyê kertê geştyariyê yê deverê bi awayekî berçav pêş dixe.”
Ev piroje pênc pişkan vedigire; pişka hotel û motelan, tevî nêzî 100 xwaringeh, koşk, pişka yekîneya bazirganî, hola helkeftinan û telefrîk.
Bi temambûna vê pirojeyê, ji bo her şevekê du hezar û 500 geştyar dikarin lê bimînin.