Nêçîrvan Barzanî: Niha ne dema vekêşana hêzên Hevpeymanan ji Îraqê ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê di konferanseke rojnamevanî de  li Munşinê ragehand, ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê re ragehandiye ku niha ne dema vekêşana hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji Îraqê ye, ji ber ku hêşta DAIŞ li ser Îraq û Herêma Kurdistanê û Sûriyeyê jî gef e.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Yekşem, 16.02.2025) di konferanseke rojnamevanî de got, “Me ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê re got: Pirsa serhildana DAIŞê niha pirseke cidî ye, em li Herêma Kurdistanê DAIŞê wekî gefeke ewlehiyê ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê û Sûriyeyê dibînin.”

Nêçîrvan Barzanî herwesa got, “Em wesa difikirin ku niha jî pêdivîtiya Îraqê bi temamî bi hêzên Hevpeymaniya Navdewletî heye û ev nerîna Herêma Kurdistanê ye.”
Navbirî herwesa got, “Em wekî Herêma Kurdistanê wesa difikirin ku niha demeke durist nîne ku hêzên Hevpeymanan ji Îraqê vekişin, ji ber ku Îraqê rewşeke taybet heye û pêdivîtî bi alîkariyê heye.”
Serokê Herêma Kurdistanê eşkere jî kir, “Mimkin e nerînên me di wî warî de ji yên Îraqê cuda bin, lê ev rastî ye û pêdivîtiya Îraqê bi hêzên Hevpeymanan heye ku alîkariya we bike.