Şaxewan Ebdulla: Amerîka di warê jinavbirina komên çekdar de cidî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdulla ji K24ê re ragihand, her cezayeke darayî ya ku ji aliyê Amerîkayê ve were derxistin, divê hikûmeta Iraqê rasterast pê ve pabend be û bicîh bîne. Herwiha got: “Amerîka di helweşandina komên milîsên Iraqê de rijd e, ji ber vê yekê dibe ku peywendiyên Bexda û Washingtonê aloztir bibin.”
Şaxewan Ebdulla li Washingtonê ji peyamnêrê K24ê re, behsa bandora biryar û hêjmûna Amerîkayê li ser hikûmeta Iraqê kir û got: “Her cezayeke darayî ya ku Amerîka derbixe, li Iraqê %100 tê bicîhkirin, ji ber ku eşkere ye ku Iraq hê jî muamele bi dolarê Amerîkî dike û ew petrola ku difiroşe jî pereyê wê ji Amerîkayê vedigere Iraqê, ji ber vê yekê hikûmeta Iraqê nikare ti biryareke darayî ya Amerîkayê bicîh neke.”
Herwiha got: “Biryarên darayî yên Amerîkayê bi awayekî bi bandor in, yek ji parlementerên Iraqê di lîsteya cezayên Amerîkayê de bû, parlamentoyê nekarî mûçeya wî xerc bike, ev jî tê wê wateyê ku her cezayeke Amerîkayê, divê Iraq rasterast bicîh bîne.”
Derbarê çarenivîsa komên milîs de, Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê got: “Serkirdeyên komên milîsan di civînên siyasî de, bi eşkerayî nîgeranî û reşbîniya xwe li ser vegera Trump bo serokatiya Amerîkayê derdibirin, ji ber vê yekê em piştrast in ku peywendiyên Amerîka ligel Iraqê aloztir dibin.”
Herwiha Şaxewan Ebdulla got: “Daxwaza helweşandin yan tevlîkirina komên milîs ser bi Wezareta Berevaniyê, yan Wezareta Navxweyî heye, lê piraniya aliyên Şîeyan vê yekê red dikin. Beşek ji wan ji ber berjewendiyên kesî ne, ji ber ku eger çekdar bên xistin ser hêzên ewlehiyê ve, wê demê hejmara rastîn a çekdaran derdikeve holê, ku ne ew hejmara ku navê wan di lîsteya mûçeyê de heye; lê aliyê Amerîkî gelekî tund e û bi rijdî kar li ser nemana wan dike.”