Şandek ji Bexdayê tê Hewlêrê û rêkarên hinardekirina petrolê temam dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Petrolê yê Iraqê ragihand, di demeke nêzîk de şandeke Wezareta Petrolê ji bo temamkirina rêkarên destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê, dê serdana Hewlêrê bike.

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyan Ebdulxenî îro 17ê Sibatê di civîneke rojnamevaniyê de got: “Em çaverê dikin ku rêkarên hinardekirina petrola Kurdistanê di nava hefteyekê de bi dawî bibin û prose ji nû ve dest pê bike.”

Heyan Ebdulxenî tekez kir jî: “Di proseya destpêkirina hinardekirina petrolê de, ti pirsgirêk nînin.

Tê payîn meha bê petrola Kurdistanê bê hinardekirin

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Samanên Sirûştî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kemal Mihemed Salih ji malpera K24ê re ragihand, îro danê êvarê şandeke Wezareta Petrolê ya Iraqê dê bigihe Hewlêrê û sibe Sêşemê jî derbarê hinardekirina petrola Kurdistanê de, emê bi wan re bicivin.

Salih got jê: “Serokê Iraqê Letîf Reşîd sererastkirina yasaya bûdceya Iraqê pesend kir û dê di demek nêzîk de di rojnameya fermî ya hikûmeta federal de bê weşandin. Ji bo hinardekirina petrolê, ti astengî nînin û ji aliyê teknîkî ve jî em amade ne.”

Wezîrê Samanên Sirûştî pêşbînî dike ku hinardekirina petrola Kurdistanê di destpêka meha Adarê de ji nû ve dest pê bike. Herwiha got: “Alîyekî sêyemîn heye ku petrola Kurdistanê hinarde bike, ew jî Tirkiye ye. Ji bo vê jî divê em bi wan re guftûgoyê bikin û li hev bikin.”

Roja 02.02.2025an, parlamentoya Iraqê deng dabû sererastkirina yasaya bûdceya federal û madeya 12 ya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê.