Artêşa Îraqê rêyê li cotyarên Kurd digire

Navenda Nûçeyan (K24) - Cotyarên Kurd li gundê Şenaxeyê yê sinorê Sergeranê guh nadin rêgiriyên artêşa Îraqê û dest bi kêlana zeviyên xwe dikin.
Tevî pejirandina qanûna hilweşandina biryarên serdema Rijêma Beis ji bo bindestkirina erdên çandinê yên cotyarêm Kurd, ev çend roj in ku artêşa Îraqê her li ser rêgirtina li cotyarên Kurd berdewam e ku zeviyên xwe nekêlin, tevî ku niha werzê tovavêtinê ye.
Ev di demekê de ye ku ji ber givaştinên siyasî, Fermandarê Fewca Yekê ya Lîwaya 32ê ya Firqeya Heştê ya Artêşa Îraqê li Sinorê Sergeranê Eqîd Rêber Şikûr Mizûrî ji erkê wî hatiye dûrxistin.
Herwesa Muxtarê Şenaxeyê Mihemed Îsmaîl dest ji karê xwe berda û ji K24ê re ragehand, “Li beranberî wê zilma li cotyarên Kurd tê kirin, min dest ji karê xwe berda.” Herwesa got, “Eger ez xwediyê wê zeviyê bim û nekarim zeviya xwe bikêlim û xelk li vî sinorî nemîne, mana min wekî muxtar çi behane nînin, ew sedem bû ku min dest ji karê xwe berda.”
Herwesa cotyarên Kurd bi tiraktorên xwe li ser zeviyên xwe belav bûne û guh nadin rêgiriyên artêşa Îraqê, li beranber jî hêzên serbazî yên Îraqê bi çek û hemerên serbazî dorên cotyarên Kurd girtine û givaştinê dikin, ji bo ku wan cotyaran ji zeviyên wan dûr bixin.
Civata Nûnerên Îraqê di civîna roja 21.01.2025ê de her du biryarên hejmar 1018ê ya sala 1982ê û biryara 554ê ya sala 1983ê ya Civata Serkirdetiya Partiya Beis helweşandin, ku zêdetirî 300 hezar donemên erd û milkê welatiyên Kurd û Tirkmen li sinorê parêzgeha Kerkûkê û çend deverên din hatin bindestkirin, herwesa weberhênana erdên çandinê bi Erebên hawirdekirî hatibû dan, lê hilweşandina wan her du biryaran ew zevî ji bo xwediyên wan ên resen ku Kurd û Tirkmen in vegerandin.
Hêzeke Artêşa Îraqê li roja Duşemê (03.02.2025) bi tîmeke Îranê re, ku qaşo nexşeyeke şûnwarî ya serdema Mogolan pê re bûye, bi şefel û hefareyan çend cihên nêzî gundê Şenaxeyê hilkolan û qaşo li nêzî sê tonên zêr digerin.
Li dû gotina şêniyên gundê Şenaxeyê, hêzên Îraqî rê li xelkê sivîl girtiye ku nêzî wî cihî bibin, û piştî çend seetan gelek parçeyên gozikên şkestî li pey xwe hêlane.