Alozî di navbera cotyarên Kurd û artêşa Îraqê de çê bû

Navenda Nûçeyan (K24) - Peyamnêrê K24ê Hêmin Delo got, “Li gundê Şenaxeyê yê sinorê Sergeranê, alozî di navbera cotyarên Kurd û artêşa Îraqê de çê bû.
Artêşa Îraqê îro (Duşem, 17.02.2025) li gundê Şenaxeyê bizav kir rê li cotyarên Kurd girtiba ku zeviyên xwe kêlaban, cotyarên Kurd jî rûbirûyî wê bûn û guh neda gefên wê û dest bi kêlana zeviyên xwe kir.
Artêşa Îraqê amajeyê dide, biryar ji wan re hatiye ku rêyê li cotyarên Kurd bigirin ku zeviyên xwe bikêlin, cotyarên Kurd jî li ser wê yekê rijd in ku zeviyên xwe bikêlin û axa xwe bernedin.
Cotyarek dibêje, “Em destan ji karê xwe bernadin, heta xwîna me dirijin, em destan ji wê axê bernadin.” Cotyarekî din jî dibêje, “Serbazekî xwest tiraktora min bibe.”
Tevî givaştinên artêşa Îraqê û aloziyan, cotyarên Kurd dest ji axa xwe bernedan û her dest bi kêlana zeviyên xwe kir.
Cotyarên Kurd guh nadin gefên artêşa Îraaqê û dest bi karên xwe kiriye, rê li artêşa Îraqê girt ku karên wan rawestîne, tevî wê yekê ku bi dehan serbaz û hemerên artêşa Îraqê hatine gundê Şenaxeyê û dixwazin rêyê li cotyarên Kurd bigirin ku zeviyên xwe bikêlin.