Mesrûr Barzanî: Ev serederiya artêşa Îraqê li beranberî cotyaran berevajî qanûn û destûrî ye

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Nivîsîngeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser rêgirtina li cotyarên Kurd ji aliyê artêşa Îraqê ve dibêje, “Ev serederiya artêşa Îraqê berevajî destûrî û wan bingehan e yên ku Îraqa nû li ser hatiye avakirin.”

Nivîsîngeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Duşem, 17.02.2025) ragehandinek parve kir ku tê de hatiye, “Îro artêşa Îraqê careke din, li derdora Kerkûkê û xasma jî gundê Şenaxeyê û çar gundên din ên bi ser komelgeha Sergeranê ya parêzgeha Kerkûkê ve, rê li cotyarên Kurd girt ku biçin ser zeviyên xwe.”

Wê ragehandinê amaje jî daye, “Ev di demekê de ye ku, pêşveçûn di nehêlana şûnwarên biryarên rijêma berê de ji bo guhertina demografiya deverên Kurdistanî yên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê û bindestkirina zevî û milkên xelkê resen ê deverê hebûn. Civata Nûnerên Îraqê jî li meha borî pirojeqanûneke girêdayî vegerandina erd û zeviyan ji bo xwediyên wan ên resen pejirand.”

Nivîsîngeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî kiriye, “Ev serederiya artêşa Îraqê berevajî destûr û wan bingehan e yên ku Îraqa nû li ser hatiye avakirin, ji ber ku bikaranîna artêşê ji bo van mereman berevajî qanûn û destûrî ye û divê bi zûtirîn dem ev serederî bên bidawîanîn berî ku encamên nexwestî jê çê bibin.”

Artêşa Îraqê îro (Duşem, 17.02.2025) li gundê Şenaxeyê bizav kir rê li cotyarên Kurd girtiba ku zeviyên xwe kêlaban, cotyarên Kurd jî rûbirûyî wê bûn û guh neda gefên wê û dest bi kêlana zeviyên xwe kir.

Artêşa Îraqê amajeyê dide, biryar ji wan re hatiye ku rêyê li cotyarên Kurd bigirin ku zeviyên xwe bikêlin, cotyarên Kurd jî li ser wê yekê rijd in ku zeviyên xwe bikêlin û axa xwe bernedin.