Serok Barzanî: Em bi hemî hêza xwe piştevaniya maf û daxwazên cotyaran dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî li beranberî gefên artêşa Îraqê di derheqa cotyarên Kurd ên gundên sinorê Sergeranê li parêzgeha Kerkûkê de ragehand, “Reftareke şovînî û bêwijdanane li dijî cotyarên Kurd ên bêtawan li parêzgeha Kerkûkê tê kirin, ku tenê tawana wan ew e ku Kurd in û xwediyên resen ên wan zeviyan in.”
Serok Barzanî îro (Duşem, 17.02.2025) peyamek parve kir ku tê de hatiye, “Dîmenê azardana cotyarekî Kurd û reftarên nehejî yên rêgirtina li cotyarên Kurd ku biçin ser zeviyên xwe dîmenên Enfal û kîmyabaran û jenosîda gelê me li sedsala çûyî tînin bîra me.”
Serok Barzanî amaje jî da, ”Reftareke şovînî û bêwijdanane li dijî cotyarên Kurd ên bêtawan li parêzgeha Kerkûkê tê kirin, ku tenê tawana wan ew e ku Kurd in û xwediyên resen ên wan zeviyan in.”
Serok Barzanî herwesa daxwazek arasteyî Serokwezîrê Îraqê kir û got, “Bila rê li dubarebûna wê zilmê bê girtin û bikerên wê tawanê bên desteserkirin û sizayên xwe yên qanûnî werbigirin.”
Serok Barzanî herwesa got, “Ez destxweşiyê li wan Kurdên qehreman dikim ên ku li beranberî wan stem û destdirêjiyan xweragir bûne, û bila baş bizanin ku ew tenê û bê pişt û pena nînin û em bi hemî hêza xwe piştevaniya xweragirî û maf û daxwazên wan dikin.”
Tevî pejirandina qanûna hilweşandina biryarên serdema Rijêma Beis ji bo bindestkirina zeviyên çandinê yên cotyarên Kurd, îro (Duşem, 17.02.2025) artêşa Îraqê li gundê Şenaxeyê yê sinorê Sergeranê bizav kir ku rê li kêlana zeviyên cotyarên Kurd girtiba lê cotyarên Kurd rûbirûyî wê bûn û guh neda gefên wê.