Cotyarên gundê Şenaxeyê heftiyekê derfetê bi berpirsên Hikûmeta Îraqê didin

Navenda Nûçeyan (K24) - Cotyarên gundê Şenaxeyê ragehand ku, tenê yek heftiyê derfetê bi berpirsên Hikûmeta Îraqê didin ku arêşeyên wan çare bikin. Amajeyê jî didin ku, eger arêşeyên wan çare nekin, ew dest bi karkirina li ser zeviyên xwe yên çandinê dikin.
Cotyarên gundê Şenaxeyê îro (Sêşem, 18.02.2025) di konferanseke rojnamevanî de peyama xwe arasteyî berpirsên Hikûmeta Îraqê kir û got, “Derfeta 48 seetî gelek kêm e, bi wê dema kêm arêşeyên me nayên çarekirin, lewma em destûriya yek heftî pê didin ji bo ku arêşeyên me çare bikin.”
Cotyarên gundê Şenaxeyê amaje jî da ku eger heta Sêşema bê arêşeyên wan neyên çarekirin, ew dest bi karkirina li ser zeviyên xwe yên çandinê dikin û guh nadin çi kesekî.
Artêşa Îraqê duhî (Duşem, 17.02.2025) li gundê Şenaxeyê bizav kir rê li cotyarên Kurd girtiba ku zeviyên xwe kêlaban, cotyarên Kurd jî rûbirûyî wê bûn û guh neda gefên wê û dest bi kêlana zeviyên xwe kir.
Artêşa Îraqê amaje jî da, “Biryar ji me re hatiye ku em rêyê li cotyarên Kurd bigirin ku zeviyên xwe nekêlin.” Cotyarên Kurd jî li ser wê yekê rijd bûn ku zeviyên xwe bikêlin û axa xwe bernedin.