Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê ji bo gengeşekirina sê teweran dicive

Erşîf
Erşîf

Navenda Nûçeyan (K24) - Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê danûstandinan li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û du tewerên din dike.

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 19.02.2025) bi serperiştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî dicive û danûstandinan li ser sê teweran dike.

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê di civîna xwe ya îro de danûstandinan li ser tevlîbûna şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubey de, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û rêkarên yekkirina kalitiya kontirolê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê de dike.

Civîna pêştir a Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê li roja Çarşemê, 05.02.2025, hatibû kirin û tê de hejmareke biryarên giring hatibû derxistin.