Li ser raspardeya Mesrûr Barzanî, çareseriya pizişkî ji Mam Sabir re tê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî ku K24ê vîdyoyek li ser rewşa saxlemiya cotyarê navdar ê sinorê Sergeranê Mam Sabir parve kir, ku ji ber nexweşiya xwe nekarî li dijî artêşa Îraqê tevlî nerazîbûnên cotyarên gundê Şenaxeyê bibe, Wezareta Tendirustiyê li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Hewlêrê çareseriya pizişkî jê re dike.
Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Saman Berzincî îro (Çarşem, 19.02.2025) ji K24ê re ragehand, “Mam Sabir berî çar salan bû sembola neteweperweriyê, ku li ser axa xwe rûbirûyî stem û dagirkeriyê bû.”
Saman Berzincî herwesa got, “Berî du rojan ku me dît Mam Sabir ji bo axa xwe digiriya, ji ber ku ji ber nexweşiyê nekarîbû tevlî cotyaran bibe, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ferman da ku em her tiştê pêdivî ji wî re bikin.”
Navbirî herwesa amaje jî da, “Li sala 2021ê jî, li ser fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, neştergeriyeke mezin jê re hat kirin, ku wê demê rewşa tendirustiya wî gelek xirab bû, herwesa hemî xizmetkarî jê re hatin pêşkêşkirin.”
Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got, “Me pêştir neştergeriya dilî ji wî re kiribû û ew arêşe nemabû, lê niha wî arêşe di gulçîskên xwe de heye, ji ber wê yekê jî niha li nexweşxaneyê hatiye nivandin. Her tiştekê pêdivî be ji neştergerî û çarekirinê, em ji wî re dikin.”
Saman Berzincî di derheqa neştergeriya Mam Sabir de got, “Carê biryar nehatiye dan ku neştergerî ji wî re bê kirin, ji ber ku li destpêkê pêdivîtî bi hejmareke pişkinan heye ku jê re tên kirin. Her tiştekî pêdivî be, em ji wî re dikin û em ji nêz ve çavdêriya wî dikin.”