Berfê dibistanên çend navçeyên Çewlig û Dêrsimê girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber barîna berfê li 5 navçeyên Çewligê û li navçeyeke Dêrsimê bo 1 rojê perwerdehî hat rawestandin. Li gorî rewşê dê daxuyaniyek nû jî were dayîn û dibe ku betlane were dirêjkirin û berfirehtir jî bibe.
Ji aliyê Parêzgeriya Çewligê ve hat ragihandin, ji ber barîna berfa zêde li navçeyên wek Kanîreş, Gexî, Xorxol, Çêrme û Azarpêrtê dibistan bo 1 rojê hatine girtin û her wiha li bajarokek û gundek jî perwerdehî hatiye rawestandin.
Di daxuyaniyê de tê amajekirin ku bo navenda Çewligê jî eger berfek zêde bibare dê nirxandin were kirin.
Betlaneyeka berfê jî li Pilemuriye ya Dêrsimê hat ragihandin. Ji aliyê Qeymeqamiya Pilemuriye ve hat ragihandin ku ji ber barîna berfa zêde li navçeyê 1 roj navber bo perwerdehiyê hatiye ragihandin.