Mesrûr Barzanî: Rêgirtina li cotkaran ne destûrî ye û nayê qebûlkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, ew li dijî her cure zulmê ne yên li hember cotkarên ku xwediyên resen ên zeviyên xwe ne tên kirin û divê mafê wan hebe ku bi azadî mal û milkê xwe û bapîrên xwe bajon û sûdê jê werbigirin.

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 19ê Sibata 2025an, bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

Di destpêka civînê de, Serokwezîran behsa bûyera destdirêjîkirin û rêgirtin li cotkarên resen ên Kurd li sînorê bajarokê Sergeranê li parêzgeha Kerkûkê di çend rojên borî de kir û amaje bi wê da ku ev reftar, karekî nadedstûrî û neyasayî ye û nayê qebûlkirin. 

Tekez kir jî: “Em dijî her cure stemkariyekê ne ku li hember cotkaran ku xwediyên resen ên erdên xwe ne, tên kirin û divê bi azadane mafê wan ê çandin û sûdwergirtina ji milkê xwe û bapîrên xwe hebe.”

Serokezîr Mesrûr Barzanî bi navê Encûmena Wezîran, piştgiriya bo mafên rewa yên cotkarên xwediyên resen ên wan erdan dubare kir û tekez jî kir ku pêwîst e di çarçoveya yasaya jimare 3 ya sala 2025an de, ku Encûmena Nûneran derbarê hilweşandina biryarên rejîma Beis û vegerandina erd ji bo cotkarên xwediyên resen ên wan erdan pesend kir, êdî dawî bi hemû berbest û astengiyekê bê anîn, ta cotkar sûd ji erdên xwe werbigrin ku yasayê ji bo wan vegerandine.

Roja 17ê Sibata 2025an, artêşa Iraqê hewl da ku rê li ber cotkirina cotkarên Kurd li gundê Şenaxayê bigire. Cotkar jî rûbirû wê bûn û guh nedan gefên leşkeran û dest bi cotkirina zeviyên xwe kirin.

Artêşa Iraqê ragihand, wan biryar ji wan re hatiye ku rê nedin cotkarên Kurd zeviyên xwe biçînin, lê cotkarên Kurd rijd in ku divê zeviyên xwe biçînin û erdê xwe neterikînin.

 
Fly Erbil Advertisment