Termên 32 Êzidiyan li Şingalê tên veşartin

Navenda Nûçeyan (K24) – Termên 32 Êzidiyên bi awayekî fermî radestî malbatên wan tên kirin û bi merasîmekê li Bîrdariya Qezaya Şingalê tên veşartin.

Fermangeha Gorên Bikomî ji K24ê re ragihand, termên 32 Êzidiyên îro 20ê Sibatê bi awayekî fermî ji Bexdayê digihin parêzgeha Neynewayê û dê bi merasîmekê li Bîrdariya Qezaya Şingalê bên veşartin

Diyar kir jî, 19 term ji wan yên xelkê gundê Kojo yên Şingalê ne, termên din jî ji deverên cuda yên Êzidiyan in.

Fermangehê piştrast kir, tîmên taybet hîn jî ji bo vekirina gorên bikomî yên li Şingalê dixebitin, ligel wê jî hewl didin nasnameya qurbaniyan eşkere bikin.

Li gor amaran, 93 gorên bikomî hatine dîtin û 55 gorên bikomî hatine vekirin, 38 gorên bikomî hîn nehatine vekirin.

Li gorî daxuyaniya fermangehê, heta niha 750 term ji gorên bikomî hatine derxistin, 508 term hîn nehatine tespîtkirin, tenê 242 term nasnameya wan hatiye aşkerekirin.

Rêxistina DAIŞê ya teroristî li serê Tebaxa sala 2014ê êrîşeke berfireh kir ser qezaya Şingalê, zêdetirî 3 hezar Êzîdî kuştin û di gorên bikomî de veşartin. Herwiha nêzîkî 7 hezar jin û keçên Êzîdî revandin, heta niha 3584 kes ji wan hatine azadkirin. 

 

 
 
 
Fly Erbil Advertisment