Li parêzgeha Idlibê teqîn: 3 kes hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama teqînekê de li bajarokê Neyrebê yê li parêzgeha Idlibê de, 3 sivîl hatin kuştin.
Ajansa fermî ya Sûriyeyê “SANA” îro 20ê Sibatê belav kir, teqînek li bajarokê Neyrebê rû da, di encamê de 3 sivîl hatin kuştin.
Da zanîn jî, teqînê ziyaneke mezin gihand malên welatiyan û tîmên rizgarkirinê li termên qurbaniyên din digerin.
Di 15ê Sibatê de, teqînek li kampa Neyrebê ya li parêzgeha Helebê rû dabû, bêyî ku sedema wê eşkere bibe.