Mesrûr Barzanî Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê li tevaya Kurdistaniyan pîroz dike

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Roja Zimanê Dayikê de dibêje, “Ez Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê li tevaya Kurdistaniyan pîroz dikim. Zimanê Kurdî zimanê serekî û fermî yê Herêma Kurdistanê ye.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (În, 21.02.2025) li ser tora civakî ya Xê peyamek bi helkeftina Roja Zimanê Dayikê parve kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di wê peyamê de gotiye, “Ez Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê li tevaya Kurdistaniyan pîroz dikim. Zimanê Kurdî zimanê serekî û fermî yê Herêma Kurdistanê ye û li dû destûrê Îraqê jî, yek ji her du zimanên fermî yên Îraqê ye.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa nivîsiye, “Lewma pêşxistina zimanê Kurdî erkê hemî Kurdistaniyan e, xasma jî divê dezgehên me yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dezgehên rewşenbîrî û zanistî û akademî giringî û pûteyeke zêde bi zimanê Kurdî bidin, ji ber ku zimanê me bingeheke giring û serekî ya hebûn û nasnameya me ya neteweyî û niştîmanî ye.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez jî kiriye, “Di vê helkeftinê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendbûna xwe bi giringîdana bi zimanên hemî pêkhateyên neteweyî yên gelê Kurdistanê jî tekez dike.”

 
 
 

 

Fly Erbil Advertisment