Nêçîrvan Barzanî: Ziman pêkhateyekî serekî yê nasnameya me ya neteweyî û çandî ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê radigehîne, “Ez di Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê de tekezê li ser pêşvebirina zimanê şirîn ê Kurdî û zimanên tevaya pêkhateyên Kurdistanê dikim.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (În, 21.02.2025) bi helkeftina Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê peyamek li ser tora civakî ya Xê parve kir û tê de nivîsiye, “Zimanê me hebûna me ye.”
Ev jî tekista peyama Serokê Herêma Kurdistanê ye:
Zimanê me hebûna me ye,
Di Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê de, ez tekezê li ser pêşvebirina zimanê şirîn ê Kurdî û zimanên tevaya pêkhateyên Kurdistanê dikim.
Ziman pêkhateyeke serekî ya nasnameya me ya neteweyî û çandî ye, divê em bi hemî rengan wî biparêzin û giringî û pûteyeke pêdivî bi pêşxistina wî bidin.