New York Post daxwaz ji Zelenskyy kiriye yekser ji Ukraynayê derkeve

Volodymyr Zelenskyy
Volodymyr Zelenskyy

Navenda Nûçeyan (K24) - Kesên nêzî Serokê Amerîkayê Donald Trump wesa difikirin ku, divê Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy yekser ji Ukraynayê derkeve.

Rojnameya New York Postê ji zarê çavkaniyeke nêzî Koçka Spî ya Amerîkayê ve parve kiriye, “Baştirîn bijarde ji bo Zelenskyy û cîhanê ew e ku, Zelenskyy yekser biçe Fransayê.”

Li dû wê rojnameyê, Zelenskyy kêm alîgir hene. Herwesa yek ji berpirsên Koçka Spî ji rojnameyê re ragehandiye ku Trump ji Zelenskyy hez nake.

Donald Trump ji aliyê xwe ve Kiyêv bi wê yekê tometbar kir ku rêyê li lihevkirina kanzayên erdên kêmpeyda digire. Herwesa Şêwirmendê Serokatiya Amerîkayê Mike Walz jî ragehand, “Serok bêhêvî bûye ku Zelenskyy danûstandin nekirine û ew derfet qebûl nekiriye, ku ji bo vegerandina nirxên alîkariyan ji bo Ukrayanyê pêşkêşî wî hatiye kirin.”

Wî Şêwirmendê Serokatiya Amerîkayê amaje jî da, “Ew gotin û êrîşên Kiyêv arasteyî Serokê Koçka Spî dike nayên qebûlkirin.”

Serokê Amerîkayê di çend rojên borî de hejmareke daxuyaniyên dijwar di derheqa Zelenskyy de dan, û li ser tora Truth Socialê ew wekî diktatorekî hilnebijartî wesf kiriye û haydarî jî daye ku “dê welatê xwe ji dest bide”. Zelenskyy jî di daxuyaniyekê de brsiva Trump daye û gotiye, “Serokê Amerîkayê di jîngeha zanyarên nerast de dijî.”

Herwesa kurê Serokê Amerîkayê Junior jî ragehand, “Volodymyr Zelenskyy, Ukrayna bê pereyê Amerîkayê bi ser nakeve.”

Daxuyaniyên Trump piştî danûstandinên Rûsya û Amerîkayê li Riyazê hatin, herwesa amaje da bêşiyaniya Zelenskyy û kêmiya cemawerê wî û pêdivîtiya kirina hilbijartinan li Ukraynayê jî.

 
Fly Erbil Advertisment