PWK: Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî Pîroz Be!

Navenda Nûçeyan (K24) - Buroya Ragihandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) peyamek bi helkeftina Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê parve kiriye, ev jî tekista wê ye:

 

21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî Pîroz Be!

 

Roja 21ê Sibatê li cîhanê ji alîyê UNESCOyê ve wek ‘’Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî’’ hatîye qebûlkirin.

Di cîhanê de, zimenekî herî zêde tûşî zilm, zordarî û neheqîyê bûye û îro jî bi awakî dijwar û nemirovî di aşê asîmîlasyonê de tê hêrandin, bê gûman zimanê kurdî (kurmancî û zazakî/kirdkî) ye.

Li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê, her çiqas li gel hemû astengîyan dersa bijarte ya kurdî hebe jî di derbarê perwerdeyê û di weşangerîya televîzyonê de hinek gavên erênî hatibin avêtin jî; mixabin hîna jî wek fermî di Qanûna Bingehîn û yasayên peywendîdar de, li Parlamentoya Tirkîyeyê, zimanê kurdî tune tê hesaibandin. Hîna jî zimanê Kurdî ne zimanekî fermî ye. Hîna jî perwerdeya bi zimanê Kurdî nehatîye qebûl kirin.

Bi siyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya bi dehan salan e hatiye meşandin, bi milyonan kurd li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê nikarin û nizanin bi zimanê dayika xwe biaxivin. Ev trajedî û travmayeke mezin û kûr e; yên bûne sebebê vê yekê, faîlê tawana mirovahîyê ne.

Divê li hemberî vê siyaseta asîmlasyon û jenosîda li ser zimanê kurdî, hemû kurdên li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê di derbarê axaftin, fêrbûna kurdî de li ber xwe bidin û bernameyên taybetî pêk bînin.

Divê berî her tiştî, malbatên kurdan di malê de bi zarokên xwe re bi zimanê kurdî bipeyvin û vê yekê weke wezîfeyeke neteweyî bibînin.

Divê malbatên kurdan ji bo zarokên xwe dersa bijarte ya kurdî (kurmancî û zazakî/kirdkî) hilbijêrin.

Divê em axaftin, fêrbûn û axaftina zimanê kurdî wek prensîbeke esasî di jiyanê de pêk bînin.

Divê, hemû partîyên sîyasî, dezgehên sivîl, TV, radyo û rojnameyên kurdan; hemû sîyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurdan, kurdî bikin zimanê xwe yê esasî yê sîyasetê, nivîsandinê, çalakîyên dezgehên xwe û rewşenbîrî û hunerî.

Divê hemû şaredarî, weqif, dezgehên sivîl û karsaz, dibistan û kursên taybetî yên perwerdeya bi zimanê kurdî dikin vekin.

Roja Zimanê Dayikê bila bibe destpêka bidestxistina mafê perwerdeya bi zimanê kurdî û bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û di hemû pêvajoya perwerdeyê de, bibe zimanê perwedeyê!

Roj 21ê Sibatê û her rojek nû, bila bibe handana her kurdekî bi zimanê dayika xwe biaxive.

21ê Sibatê bila bibe destpêka fêrbûna zimanê Kurdî.

21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî Pîroz Be!

Zimanê me hebûna me ye