Qubad Talebanî: Danûstandinên YNK û PDKê bi dil in

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand, pirsgirêk û hincetên neşandina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê nemane. Herwiha got jî: “Gotûbêjên YNK û PDKê yên derbarê pêkanîna kabîneya nû de, erênî ne.”

Qubad Talebanî îro 22ê Sibatê li Silêmaniyê di paneleke bi sernavê “Pêkvejiyana Aştiyane li Silêmaniyê” de ragihand, pirsgirêkên bingehîn ên mûçe û bûdceyê hatine çareserkirin.” Herwiha amaje bi wê jî kir, di danûstandinên dahatî yên bûdceyê de, dibe ku dîsa pirsgirêk derkevin, egera wê jî heye ku bûdceya Herêma Kurdistanê zêde bibe.

Qubad Talebanî got: “Di serdana dawî ya me ya bo Bexdayê de, ji şandên me re hat gotin ku lîsteya ku di meha Çile de hatiye şandin, dê bibe bingehê mûçeyên hemû mehên din ên salê û mehane jî dê mûçe ji Bexdayê werin şandin.”

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistana ragihand, serjimêriya ku li Iraqê û Herêma Kurdistanê hatiye kirin, nîşan dide ku hejmara niştecihên Herêma Kurdistanê ne ji sedî 12 ê tevahiya nifûsa Iraqê ye, lê ji vê zêdetir e. Ji ber wê jî em çaverê dikin di bûdceya bê de bûdceya Herêma Kurdistanê were zêdekirin û got: Pirsgirêka me ligel Bexdayê ne tenê mûçe û bûdce ne.”

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser hevdîtinên PDK û YNKê yên ji bo pêkanîna kabîneya dehemîn de got: “Gotûbêj pir hêmin dimeşin û ew pêvajoyeke hunerî ye ku divê hevtêgihîştina me li ser hebe  û divê ji metirsiyên hev têbigihin. Ev prose, bi dilê me ye û ez hêvî dikim ku em dikarin gavên pêşdetir bavêjin.”

 
Fly Erbil Advertisment