Mesrûr Barzanî: Em tekezî li ser pêşxistina peywendiyên bi Hollandayê re dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 22ê Sibatê pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Şahnişîna Hollandayê li Herêma Kurdistanê Adrian Eiselstein kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boneya destbikarbûna Konsulusê nû yê Hollandayê pîrozbahî li Konsulusê nû yê Holendayê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de xwest. Herwiha piştevaniya hikûmetê ji bo wî nîşan da, ji bo pêşdebirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hollandayê de.
Konsulê Giştî yê Hollandayê xweşhaliya xwe ji bo hevkarî û hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da û daxwaza welatê xwe ji bo bihêzkirina peywendiyên dualî bi taybetî di warên aborî, bazirganî û çandiniyê de tekez kir.