Serok Barzanî û Musenna Samerayî tekeziyê li ser hevahengiya aliyên siyasî dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 22ê Sibatê pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Azim Musenna Samerayî û şanda pê re kir.
Baregeha Barzanî belav kir, di hevdîtinê de rewşa siyasî û ewlehî ya Iraq û navçeyê û pêşhatên dawî hatin gotûbêjkirin.
Da zanîn jî, her di wê hevdîtinê de ronahî hate xistin ser peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û tekezî li ser hevahengiya di navbera aliyên siyasî yên Iraqê de kirin.