Serok Barzanî û Qasim El-Arecî rewşa ewlekariya Iraq û navçeyê gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî ligel Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê civiya û rewşa ewlekariya Iraq û navçeyê gotûbêj kirin.
Serok Mesûd Barzanî îro 22ê Dibatê pêşwazî li Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Arecî kir.
Baregeha Barzanî belav kir, di civînê de rewşa ewlekariya Iraq û navçeyê hate gotûbêjkirin.
Diyar kir jî, her di vê hevdîtinê de peywendiyên di navbera Iraq û Îranê de û rêkeftina ewlehiyê ya di navbera her du aliyan de û encamên wê hatin gotûbêjkirin.