Geştên asmanî di navbera Herêma Kurdistanê û Yûnanistanê de dest pê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Geştên asmanî yên rasterast di navbera Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê û Firokexaneya Navdewletî ya Atînayê de, îro demjimêr 04.00ê sibê dest pê kirin.
Peyamnêrê K24ê li Hewlêrê da zanîn, firokeya yekem îro 23ê Sibatê danê sibê ji Atînayê gihîşt Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê û tê de 97 rêwî hebûn û piştre jî geşta din ji Hewlêrê bi 98 rêwiyan ber bi Atînayê ve birê ket.
Rêveberê Giştî yê Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar ji K24ê re ragihand, heftane du geştên asmanî di navbera Hewlêr û Atînayê de hebin.
Herêma Kurdistanê geştên wê yên rasterast bo 21 welatan heye, Atîna ku paytexta herî nêzîk a Ewropayê ji Herêma Kurdistanê ye, îro geştên rasterast di navbera wan de dest pê kir.