Serok Barzanî û Ehmed El-Cerba rewşa siyasî û ewlekarî ya Sûriyeyê gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 23ê Sibatê pêşwazî li Serokê Tevgera El-Xed ê Sûriyeyê Ehmed El-Cerba kir.
Baregeha Barzanî belav kir, di hevdîtinê de rewşa siyasî û ewlekarî ya Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin
Da zanîn jî, di hevdîtinê de, ronahî hate xistin ser rêyên dabînkirina aramî, pêkvejiyan û hevahengiya di navbera aliyên siyasî li Sûriyeyê de.”
