Zelenskyy: Ez amade me destan ji karê xwe berdim

Volodymyr Zelenskyy
Volodymyr Zelenskyy

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Ukraynayê dibêje, “Pêxemetî piroseya aştiyê li Ukraynayê, ez amade me postê xwe bihêlim û destan ji karê xwe berdim.”

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy îro (Yekşem, 23.02.2025) ragehand ku ew dixwaze Donald Trump tenê rolê navbeynakaran di navbera Kiyêv û Moskoyê de nebîne, belkî dixwaze hevpar û alîkarê serekî yê Ukraynayê be.

Volodymyr Zelenskyy amaje jî da ku, pêxemetî piroseya aştiyê li Ukraynayê, amade ye postê xwe bihêle û destan ji karê xwe berde.

Serokê Ukraynayê li ser lihevkirina kanzayên kêmpeyda ya bi Waşintonê re got, “Ew lihevkirin girêdayî gerentiya ewlehî ya bawerpêkirî ye. Bê wê gerentiya ewlehiyê, Kiyêv bi wê lihevkirinê razî nabe.”

Ev daxuyanî piştî wê yekê hatin ku, Serokê Amerîkayê Donald Trump û Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê Peter Brian amaje bi pêngavên ragehandina pilana aştiyê ji bo bidawîanîna şerê Rûsya û Ukraynayê da.

 
Fly Erbil Advertisment