Li navçeya Pênciwînê 5 bazirganên madeyên hişbir hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Nehîştina Madeyên Hişbir li navçeya Pênciwînê 5 bazirganên madeyên hişbir girtin.

Rêveberiyê îro 24ê Sibatê di daxuyaniyekê de belav kir, li ser fermana dadwerê lêpirsîna ewlehiyê, piştî şopandin û lêkolîna ji nêz ve, di operasyonekê de 5 bazirganên madeyên hişbir girtin.

Li gorî daxuyaniyê, di dema hewldana girtina wan 5 bazirganan de, şer û pevçûn derket, lê di encamê de karîn her 5 bazirganan desteser bikin ku yek ji wan jî birîndar bû.

Da zanîn jî, di operasyonê de, 4 kîlo madeyên hişbir hatin bidestxistin û gumanbar jî ji bo rûbirûbûna yasayê hatin birin.

 
Fly Erbil Advertisment