Nûnerek haydariyê ji zêdebûna Beisiyan li nav dezgehên hikûmetê dide

Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnerê Parêzgeha Besreyê li Civata Nûnerên Îraqê haydarî ji zêdebûna hejmona Beisiyan li nav dezgehên hikûmetê da, herwesa amaje jî da ku li vê dawiyê wezîrekî Beisî wekî Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê hatiye damezrandin.
Endamê Civata Nûnerên Îraqê Xelef Ebdilsemed li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Facebookê nivîsiye, “Em bi awayekî bêumêdiyê çavdêriya bêdengiya piraniya we li ser berdewambûna zêdebûna hejmona Beisiyan li nav dezgehên hikûmetê dikin, cara dawiyê jî danana wezîrê serdema Rijêma Beis Ebdilîla Tikrîtî bû ku wekî Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê hatiye damezrandin.”
Xelef Ebdilsemed herwesa gotiye, “Beisî postên giring li wezaretên serkirdetiyê werdigirin, wekî Wezareta Derve û yên din jî, ji bilî bizavên ku ji bo hilweşandina Desteya Lêpirsîn û Dadperweriyê tên kirin.”
Navbirî ji aliyekî din ve jî ron kiriye, “Herwesa medyaya Beisiyan li ser mejiyê ciwanên me kar dike, bê ku çi karek ji bo rawestandina vê berfirehbûna hizirî ya Baisiyên tawanbar bê kirin.”
Navbirî herwesa amaje jî daye, “Divê helwesteke cidî werbigirin û li hisabên xwe vegerin û serpişkiyan darêjin û xwe ji civaka xwe cuda nekin, ku gelek azar li ser destê Beisiyan dîtine.”