Wezareta Pêşmerge: DAIŞ dest bi livînên berfireh dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Pêşmerge radigehîne ku, zanyar hene livînên çekdarên DAIŞê piştî xwerêkxistinê, xasma li deverên Suneyan û wan deverên ku di navbera Pêşmerge û artêşa Îraqê de bûne valahiya ewlehiyê, zêdetir dibin.

Birêveberê Ragehandina Wezareta Pêşmerge îro (Duşem, 24.02.2025) ragehand, “Çekdarên DAIŞê li benda rewşa nû ya Sûriyeyê ne û hebûna kempan jî metirsiyeke din e.” Şarezayekî warê serbazî jî ragehand, “Vekêşana hêzên Amerîkayê û pirnekirina valahiya ewlehiyê sedemeke din e ji bo berfirehbûna çalakiyên DAIŞê.”

Çiyayê Qereçûxê piştî rûdanên 16ê Cotmehê bûye cihê çekdarên DAIŞê. Dijeterora Îraqê bi hevahengiya Pêşmergeyan operasyonek ji bo têkdana cihên DAIŞê dest pê kir. Ji bilî tunelan, hejmareke madeyê TNT û amûrên cuda cuda û belgenameyan jî di wê operasyonê de hatin bindestkirin.

Hebûna hevahengiyan di navbera Pêşmerge û hêzên Îraqê de ji bo serkeftina her operasyonekê sedem e.

Zanyarên hewalgirî yên Wezareta Pêşmerge eşkere dikin ku, DAIŞ dest bi livînên berfireh dike, xasma jî li deverên Suneyan. Wezareta Pêşmerge dibêje, “Bi du lîwayên hevpar em nikarin valahiya ewlehiyê ya navbera Pêşmerge û hêzên Îraqê pir bikin.”

Birêveberê Şiyariya Niştîmanî û Ragehandina Pêşmerge Lîwa Osman Mihemed Mistefa got, “Me goman heye ku DAIŞ li hejmareke dever û gundên dûr, ku dikevin devera ewlehiyê ya hevpar li gel sinorên Kerkûk, Diyala, Mûsil, Tikrît û Rumadî, hebin ji ber ku heta niha ew rêkxistina teroristî nehatiye binbirkirin, lewma jî divê hevahengiya Pêşmerge û hêzên Îraqê û hêzên Hevpeymanan ji aliyê zanyaran ve bê baştirkirin.”

Valahiya Ewlehiyê û rûdanên Sûriyeyê û behsa vekêşana hêzên Hevpeymanan tevî rewşa siyasî ya Îraqê ji bo livînên DAIŞê sedem in. Piştî ku du lîwayên hevpar dest bi karê xwe kir, hêşta hejmareke wan lîwayan li wan deverên ku jê re hatine diyarkirin dest bi karê xwe nekiriye. Vê yekê jî wesa kiriye ku DAIŞ wê valahiya ewlehiyê ji bo rêkxistina xwe bi kar bîne.

Sedema pirnekirina wê valahiya ewlehiyê siyasî ye, hejmareke aliyên Îraqî astengan çê dikin.

Şarezayê Warê Serbazî Wefa Mihemed dibêje, “Li sala 2024ê rûdanên terorsitî sê carkî zêde bûn, xasma jî li deverên Sûriyeyê. Niha lihevkirineke Hevpeymanan bi Serokatiya Amerîka û Îraqê heye ku, hêzên Amerîka û Hevpeymanan piştî sala 2025ê ji Îraqê bên vekêşan. Ev jî ji bo zindîkirina komên teroristî derfetek e, niha jî hin hêzên siyasî li Îraqê hene rêyê nadin ku hêzên Pêşmergeyan biçin wan deverên ku valahiya ewlehiyê lê heye.”

 
 
Fly Erbil Advertisment