Serok Barzanî û Balyozê Japonê tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên dualî dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 25ê Sibata 2025an pêşwazî li Balyozê Japonê li Iraqê Akira Endo kir.

Di hevdîtinê de, Balyozê Japonê li Iraqê pêzanînên xwe ji bo qurbanîdan û xebata gelê Kurdistanê nîşan da û aramî û pêşketinên berçav ên Herêma Kurdistanê di warên cuda de bilind nirxand.

Her di vê hevdîtinê de, gotûbêj li ser pêşhatên siyasî û ewlehî yên navçeyê, hevkêşeyên navdewletî û bandora wan li ser Iraq û çarenivîsa Kurdên Sûriyê hatin kirin.

Di beşeke din a hevdîtinê de, tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Japonê de hat kirin.

 
Fly Erbil Advertisment