Li çend dibistanên Hewlêrê sîstema Japonî tê peyrewkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Li hejmareke dibistanên bineretî yên bajarê Hewlêrê, bingeh û rênimayên sîstema xwandinê ya Japonî tê peyrewkirin.
Sîstema xwandinê ya Japonî li hejmareke dibistanên bineretî yên bajarê Hewlêrê tê peyrewkirin. Şandeke Japonî ji bo vê meremê serdana hejmareke navendên wan kir û ji nêz ve birêveçûna sîstema xwe li navendên xwandinê dît, ji şiyanên mamostayên amadekirî û qutabiyên fêrkirî jî piştrast bûn.
Birêvebera Pilanan a Wezareta Perwerdeyê Şîlan Xelîl îro (Sêşem, 25.02.2025) ji K24ê re ragehand, “Li meha Mijdarê ya sala borî, li heft dibistanên bajarê Hewlêrê, ev sîstem bi awayê ezmûnkî hatiye bicihanîn. ji bo îsal jî, pilana me wesa ye ku em wê sîstemê li 10 dibistanên din jî bi cih bînin.”
Birêveberê Nivîsîngeha JICAyê li Îraqê Herushi Suzuki jî ji K24ê re ragehand, “Em niha li ser wê pirojeyê kar dikin û em dixwazin li cem me ron bibe ku, çawa astê perwerdeyê li Herêma Kurdistanê bilind bikin, xasma jî di qonaxa bineretî de, ji ber ku li Japonê li destpêkê giringî bi perwerdeya bineretî tê dan.”
Yek ji armancên hikûmetê wergirtina mifayî ji sîstema Japonî ye, lewma jî ew pirose li çend dibistanan hatiye bicihanîn û serperiştên wê pirojeyê jî li ser bicihanîna wê pirojeyê dilgerm in.