Serbazekî Îraqê skalayê li ser cotyarekî Şenaxeyê tomar dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Wî serbazê ku li heftiya borî destmala Nûnerê Cotyarên Gundê Şenaxeyê Mihemed Emîn rakêşabû û hind bû ew xeniqandiba, skalaya qanûnî li ser wî cotyarî tomar kiriye.
Nûnerê Cotyarên Gundê Şenaxeyê Mihemed Emîn îro (Sêşem, 25.02.2025) ragehand, “Min îro serdana Dadgeha Dûbzê kir, ji bo pêşkêşkirina belge û gotinên şahidan li ser rûdana êrîşa wî serbazê ku li heftiya borî li gundê Şenaxeyê azar gehandibû min.”
Mihemed Emîn herwesa got, “Mixabin ku ez çûm dadgehê, ez şok bûm dema wan ez haydar kirim ku ew serbaz berî sê rojan çûye dadgehê û skala li ser min tomar kiriye. Wî daxwaz kiriye ku ez li ser wê yekê bêm sizadan ku, qaşo min êrîşî wî kiriye dema wî erkê xwe yê pîşeyî bi cih dianî.”
Nûnerê Cotyarên Gundê Şenaxeyê herwesa got: Manaya vê skalayê ew e ku:
1. Ew serbaz nehatiye girtin, wekî ku Fermandarê Firqeya Heştê ji min re ragehandibû.
2. Li dû daxwaza wî serbazî, ez tawanbar im.
3. Mixabin rêkarên dadgehê jî bi rengekî ne ku, li dû wê madeya ez pê hatime tawanbarkirin, mafê giştî tê de ye û mimkin e tevî girtina min û sizadana min, ji aliyê darayî jî ve ez bêm sizadan.